KU/Prabhupada 0001 - ibin 10 milyon



Lecture on CC Adi-lila 1.13 -- Mayapur, April 6, 1975

Prabhupada: Caitanya Mahāprabhu ji hemu ācāryan re dibêje... Nityānanda Prabhu, Advaita Prabhu û Śrīvāsādi-gaura-bhakta-vṛnda, ew hemu şagirdên rêya Śrī Caitanya Mahāprabhu ne. li ser şopa pêvajoya ācāryayê biçin. Ê hingê jîyan serfiraz be. û buyîna ācārya ne gelek zehmet e. Pêşîyê, buna xizmetkarekî sadiq yê ācāryayê xwe, bi mîsogerî guh bidin ka çi dibêje. Wî dilşad bikin û hişmendîya Kṛṣṇa belav bikin. Ewqas e. Bi rastî jî ne zehmet e. Guhdarê rêwerzên Guru Mahārāja'yê xwe bin û hişmandîya Kṛṣṇa belav bikin. Ew fermana Xwedayê Caitanya ye.

āmāra ajñāya guru hañā tāra' ei deśa
yāre dekha tāre kaha 'kṛṣṇa'-upadeśa
(CC Madhya 7.128)

"Bi guh dayîna fermana min, hun ê bibin guru." Û eger em bi mîsogerî guh bidin pergal ācārya û heta ji destê me tê em rêwerza Kṛṣṇa belav bikin. Yāre dekha tāre kaha 'kṛṣṇa'-upadeśa (CC Madhya 7.128). Du çeşidên kṛṣṇa-upadeśa hene. Upadeśa tê wateya rêwerz. Rêwerzên ku bi destê Kṛṣṇa ve tên dayîn, ew jî 'kṛṣṇa'-upadeśa ye û rêwerzên der heqê Kṛṣṇa jî tên standin 'kṛṣṇa'-upadeśa ye. Kṛṣṇasya upadeśa iti kṛṣṇa upadeśa. Samāsa, śāsti-tat-puruṣa-samāsa. Û Kṛṣṇa viṣayā upadeśa, ew jî Kṛṣṇa upadeśa ye. Bāhu-vrīhi-samāsa. Rêzimana Sanskrit walê tê analîz kirin. Yani Kṛṣṇa's upadeśa, Bhagavad-gītā ye. Ew rasterast rêwerzan dide. Ew ê ku kṛṣṇa-upadeśa belav dike, bi kurtasî ew tiştên ku Kṛṣṇa dibêje dubare bikin, û hun ê bibin ācārya. Qet ne zehmet e. Hemu tişt tên gotin li wir. Bi hêsanî divê em dubare bikin mina papaxanan. Bi rasti ne wek papaxanan. Ji ber ku papaxan fêhm nakin; ew tenê dihejine. Lê divê tu wateyê jî fêhm bikî; Ne walê be ê tu çawa bikaribî şîrove bikî? Wêca, em dixwazin hişmendîya Kṛṣṇa belav bikin. Bi kurtasî xwe amade bike da ku tu bikaribî rêwerzên Kṛṣṇa ne bi şaşî lê bi başî dubare bikî. Wî demî, di paşerojê de... Bibêje ku nihu deh hezarên te hene. Divê em wê bikin sed hezar. Ew mecburîyetî ye. Piştî wê, ji sed hezaran heta milyonekî, û ji milyonekî heta deh milyonan.

Dildayîno: Haribol! Jaya!

Prabhupada: Da ku kêmasîya ācārya tube be, û mirov ê bi hêsanî hişmendîya Kṛṣṇa fêhm bikin. Wêca wê sazîye ava bikin. Bi şaşî pesnê xwe nedin. Li ser şopa ācārya dernekevin û bixebitin ku hun xwe muhteşem bikin, aqilkemal. Ê wî demî gelekî hêsan be şer kirina li dijî māyā. Erê. Ācārya diçin şer li dijî xebatên māyā.